Li Iraqê di navbera komên Şîa de şer: Fermandarê Şîa Huseyîn Allak hate kuştin

Li wîlayeta Mîsan a Iraqê, yek ji fermandarên hêzên Saraya Selam a girêdayî lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Mukteda es-Sadr, Huseyîn Allak di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Piştî sûîqestê, li bajêr di navbera komên Şîa de şer qewimî.

LI IRAQÊ ŞER

Li gorî çavkaniyên herêmî piştî êrîşê, hêzên Saraya Selam êrîşî nuqteyên Asaib Ehil el-Hak kirin. Hat ragihandin ku li Mîsanê baregeha Asaib Ehil el-Hak a di bin lîdertiya Qeys Xezelî de bi çekên giran hatiye hedefgirtin. Hat diyarkirin ku şer di nava demek kurt de belavî herêmên cuda yên bajêr bûye.

QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Piştî ku tundî zêde bû, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li seranserî Mîsanê qedexeya derketina derve ragihand. Li gelek nuqteyên wîlayetê wesayîtên zirxî û yekîneyên taybet hatin sewqkirin, tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Saraya Selam, hate piştrastkirin ku fermandar Huseyîn Allak hatiye kuştin. Hîna rayedarên fermî têkildarî faîlên bûyerê, ti daxuyanî nedan. Tê ragihandin ku li herêmê tengasî didome.